Li Efrînê çete darên sivîlan dibirn û kampan ji malbatên çeteyan re ava dikin

Li Efrînê ji bo bicihkirina malbatên çeteyên ji Idlibê, çeteyên dewleta Tirk darên sivîlan dibirin û li şûna wan kampan ava dikin.

Çavkaniyên herêmî yên tayîbet ragihandin, çeteyên dewleta Tirk a dagîrker ji bo guhertina demografiya Efrînê û bichkirina malbatên çeteyên Idlibê, derdora 150 dar li navçeya Cindirêsê birîn.

Her wiha çetyên dewleta Tirkî yê li gundê Kuliya Jorîn li navçeya Racoyê jî bi sedan darên şêniyan birîn.

Back to top button