Li Idlibê tevî şer, dewleta Tirk behsa agirbesteke li Idlibê dike

Dewleta Tirk a dagirker şandina piştgiriya leşkerî ji bo herêmên bi navê ”Kêmşer” zêdetir dike û behsa agirbesteke li Idlibê dike.

Lê hemwextî wê dewleta Tirk êrîşên dijwar birin ser dever û nuqteyên rejîma Sûrî.

Li dijî wê Rûsya ragihand ku tişta li Idlibê diqewime ne pevçûnek e, lê belê şerekî li dijî terorîstan e.

Rejîma Sûrî jî pêşdeçûnên xwe li ser erdê dewam dike û du herêmên din li gundewarê Helebê kontrol kirin.

Piştî kuştina leşkerên wê, êdî bi awayekî eşkere dewleta Tirk a dagirker rêkarên pêkanîn êrîşeke berfireh li dijî rejîma Sûrî li herêmên bi navê ”Kêmşer” dixe meriyetê.

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar got, ji bo pêkanîna agirbestekê li Idlibê, wan hin rêkar girtine.

Lê di heman axaftina xwe de, Akar bi awayekî eşkere diyar kir ku wan alav û leşkerên xwe şandine Idlibê.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
RÛSYA: ŞERÊ LI DILIBÊ LI DIJÎ TERORÎSTAN E Û NE PEVÇÛNE E

Hemwextî gotina Akar, berdevkê serokatiya Rûsyayê Demetirî Pîskov destnîşan kir ku ”tiştê li Idlibê diqewime, ne pevçûnek e, lê belê şerkî li dijî terorîstan e.”

Tevî daxuyaniyên dewleta Tirk ku behsa agirbestekê dikin, şerekî dijwar li ser erdê qewimî û artêşa dewleta Tirk êrîşî deverên rejîmê kir.

ŞERÊ LI HELEBÊ
DEWLETA TIRK DEVERÊN REJÎMÊ LI ROJAVAYÊ HELEBÊ KIRIN HEDEF

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirov ragihand ku artêşa dewleta Tirk ku li Foca 46” li rojavayê Helebê dimînin, hêzên rejîmê yên li bajarokê Kefer Heleb kirin hedef.

Her wiha artêşa dewleta Tirk ji derdora bajarokê Seraqibê, nuqteyên dewleta Tirk kirin hedef.

ŞERÊ LI HELEBÊ
REJÎMÊ 2 HERÊM BI DEST XISTIN

Li aliyekî din rejîma Sûrî pêşêdeçûnên xwe li ser erdê dewam dike û herî dawî rejîmê li gundewarê Helebê, herêmên Rîf El-Muhendisîn û Kefer Com kontrol kirin.

Bi vê yekê hejmara herêm û deverên ku rejîm di çend rojên borî de li gundewarê Helebê kontrol kirine, gihîşt 67’î.

Back to top button