QSD’Ê LI DÊRA ZORÊ BI PÊŞ VE DIÇE

Şervanên QSD’ê li bejahiya Dêra Zorê bi hemû hêza xwe bi pêş ve diçin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê didin.

Herî kêm 15 çete hatin kuştin, gelek cebilxane û rêyên sereke ketin destên şervanên QSD’ê.

Li gorî çavkaniyek lerşkerî duh li Dêra Zorê ji du aliyên gundewarên rojhilat û başur-rojhilatê Hecînê şerên dijwar derket.

Di encama şer de, QSD’ê gelek tunêlên çeteyên DAIŞ’ê rûxandin û gelek cebilxane ketin destê şervanan.

Herî kêm 6 erebeyên çeteyan hatin rûxandin û rêyên sereke ketin bin kontrola şervanên QSD’ê.

Her wiha 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û şervanên QSD’ê gelek nuqteyên din ava kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD”ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku 236 çete hatin kuştin û 91 baregeh hatin rûxandin.

Leave a Reply

Back to top button