HDP’ê li dijî Qanûnê, serî li darazê dide

Li dijî Qanûna Îfanzê, HDP’ê wê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bide û têkildarî newekheviya di qanûnê de, Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê daxwaznameyek amade kir.

Daxwazname ji 11 rûpelan pêk tê, balê dikişîne ser rêgezên “wekhevî” û “dewleta hiqûqê” û hat diyarkirin ku bi vê qanûnê re, cezakirinek nû hatiye sepandin.

Endamê Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Aydin Erdogan anî ziman ku: “AKP-MHP girtiyên xwe berdan û girtiyên Kurd û muxalif ji mirinê re hiştin, di navbera girtiyan de cudakarî tê kirin. Gughertin li dijî rêgezên edalet û wekheviyê ye.”

Beriya niha, CHP’ê jî ji bo heman mijarê serlêdan kiribû, lê heta niha bersiv nehatiye dayîn.

Desthilatiya AKP-MHP 15 Nîsanê, bi qanûna înfazê çete, diz, kujer û mafya bi hinceta Corona ji girtîgehan berdan.

Back to top button