Cebel El-Zawiyê, bi mûşekan hat topbarankirin

Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê qaşo di roja 54’an de ye, dîsa hat binpêkirin û li dijî Cebel El-Zawiyê êrîş pêk hat..

Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku vê sibehê hêzên hikumeta Şamê deverên Kinsefra û El-Bara li Cebel El-Zawiyê bi mûşekan topbaran kirin.

Berî demekê, çeteyan bi hikumeta Şamê re plana vekirina dergeheke bazirganî dikir.

Li gorî Çavdêriyê, artêşa Tirk rê li pêşiya derbasbûna kelûpelên çeteyên xwe digire û li nêzî bajarokê Kityan maşîneyên xwe li Miert El-Nesan û Şilx belav kirine.

Back to top button