Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeya Şera û herêma Babê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, 2 çalakî pêk anîn. Di encamê de, 2 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin.
Der barê çalakiyan de, Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyaniyek da û ev agahî par ve kirin:
25’ê Nîsanê, hêzên me li herêma Babê li dijî erebeyeke çeteyan, çalakiyeke sabotajê pêk anî.
Di encamê de, 2 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kuştin û 2 leşker û çeteyek jî birîndar bûn.
27’ê Nîsanê jî, li gundê Enabkê yê navçeya Şerayê li dijî çeteyên artêşa dagirker, çalakiyek sekvanî pêk hat.
Di vê çalakiyê de jî, çeteyek hat kuştin.