Banga NY ji bo dewletên cîhanê ku mafê mirovan biparêzin

Der barê binpêkirinên ku di vê rewşa heyî de, der heqê sivîlan de tên kirin jî, NY bang li dewletên cîhanê kir ku “vîrûsa Corona wek zextekê li dijî mafên mirovan bi kar neyîn”. 

Nûnertiya NY a Mafên Mirovan diyar kir ku “tê xuyakirin gule û girtin der heqê kesên xizan ên biryara nederketina derve binpê dikin pêk tên û ev yek nayê qebûlkirin”.

Nûnertiyê anî ziman ku “divê hêza çekê neyê bikaranîn, ku tenê gava gef li jiyana hinekan were xwarin, ev yek pêkan e”.

Hat zanîn ku li gelek welatan, ji ber binpêkirina qedexekirina derketina derve, bi hezaran kes hatine girtin û li hin cihan kuştin jî çêbûne.

Back to top button