Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Bilbilê 7 sivîl revandin

Li Efrînê hovîtî û kîretiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ranawestê. Çeteyên dewleta Tirk li navçeya Bilbilê 7 sivîl revandin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Ehmed Mistê yê navçeya Bilbilê 7 sivîl revandin.

Çavdêriyê diyar kir ku 2 sivîl ji wan beriya niha hatibûn revandin û piştî ku fidiye dan, serbest hatibûn berdan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov destnîşan kir ku ev sivîl bi hinceta ku bi xizmên xwe yên li Şehbayê re ketine têkiliyê, hatin revandin.

NAVENDA BELGEKIRINA BINPÊKIRINAN:
LI EFRÎNÊ DI MEHA KANÛNÊ DE 103 KES HATIN REVANDIN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ya Bakurê Sûriyê jî bi raporekê da xuyakirin ku tenê di meha Kanûna borî de çeteyên dewleta Tirk ji Efrînê herî kêm 103 kes revandine.

Navendê destnîşankir ku hejmar ji vê zêdetir e, lê belê ji ber tirsa çeteyên dewleta Tirk gelek malbat navên zarokên xwe eşkere nekirine.

Navendê tekez kir ku gelek sivîl ji ber êşkenceya bi destê çeteyên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane.

Leave a Reply

Back to top button