Şehîd Ehmed Cedû û Şemsî Cedû li Tepqayê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin

Ji bo cangoriyên azadiyê îro jî merasîm hebûn. Şehîdên Berxwedana Rûmetê Ehmed Cedû û Şemsî Cedû li Tebqayê bi merasîmeke heybet hatin oxirkirin.

Ji bo şervanên QSD’ê Ehmed Cedû bi nasnav Ehmed Şîhab û Şemsî Cedû bi nasnav Ebû Ela ku di berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, li Tepqayê merasîmeke girseyî pêk hat.

Bi sedan şêniyên Tepqayê cenazeyên her 2 şehîdan wergirtin û birin goristana şehîdan ya Tepqayê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Reşa El-Taha û li ser navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê fermandar Doçka Mihemed axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kirin.

Piştî ku nasnameya şehîdan hat xwedin, cenazeyên her du şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button