NPG’ê banga lêkolînê li şandeyên serbixwe kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand ku di nava sê rojan de 150 carî çekên Kîmyewî hatin bikaranîn.
Û diyar kir ku yê fermana vê êrişê da Hûlûsî Akar bû. Her wiha bang li şandeyên serbixwe kir ku werin li cihê bûyerê lêkolînan bikin. 

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar 9’ê Kanûnê li Meclisa Tirkiyê idîa kir ku wan ti carî çekên Kîmyevî bi kar neanîne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî vê mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

Li nêzî gundê Sîda yê Şêladiza Amediyê 7, 8 û 9’ê Kanûnê li dijî gerrîla sê rojan 150 carî çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

Fermana vê êrişê ji aliyê Hûlûsî Akar ve hate dayîn.

Yê ku ferman da bêyî ku şerm bike 9’ê Kanûnê li Meclîsa Tirkiyê gotinên berevajî kiryarên xwe li pêşberî civakê got.

Û idîa kir ku çekên kîmyewî bi wan re nîne, ti carî jî bi kar neanîne.

Heman şexsî bi rûreşî got ku wan bi xwe heyetek çêkirine û heyet çûye cihê bûyerê lêkolîn kiriye û her tişt paqij e.

Vî şexsê bêyî ji xwe fedî bike, derew li civak û raya giştî ya Tirkiyê kiriye.

Hem ferman daye ku çekên kîmyewî bê bikaranîn, hem jî bêyî fedî bike înkar kir.

Raporeke lêkolînê ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li gorî gotinên vî kesî, wê ti carî objektîf nebe.

Ew bi xwe sûcdarê şer e û bi raporan hewl dide xwe paqij bike.

Ti aliyekî cidî yê vê yekê nîne. Gotina ku heyetek çêkirine û şandine, mikurhatina li sûcên xwe yê şer e.

Lewma rapora ku qalê dikin nayê qebûlkirin û ne cihê baweriyê ye. Divê kes ji derewên wî bawer neke.

NPG’ê di dawiyê de bang li şandeyên serbixwe kir ku li herêma ku çek hatine bikaranîn lêkolînê bikin û rastiyê bibînin.

Back to top button