Dr.Osman Ismaîl: Bi statûbûnê Kurd dikarin giliyê hêzên dagirker bikin/1/

Bi salan e li dijî gelê kurd sucên di çarçoveya qirkirinê de ku gihiştiye asta bi çekên kîmyewî komkujiyên komî pêk werin, çêdibin, lê hêzên navnetewî bê dengin.. Dr.Osman Ismaîl ku mamosteyê hiquqa navdewletiye li zanîngeha London, diyar kir ku ji ber kurd ne xwedî statune, lewma nikarin li dijî dewletên ku derheqê wan de suc dikin, gilî bikin.

Bi salan e li dijî gelê kurd sucên di çarçoveya qirkirinê de ku gihiştiye asta bi çekên kîmyewî komkujiyên komî pêk werin, çêdibin..

Ev yek bi destê dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê pêk tên û bi taybet jî dewleta Tirk ku di van salên dawî de gelek komkujî pêk anîne.

Ji şewtandina cenazeyên kurdan di jêrzemînên Cizîrê û rûxandina bajarên weke Sûr, Nisêbên û her wekî din bigre, heta dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê sipî li rojava û bombebaranên rojane ên li ser başûrê kurdistanê.

Li van sucan zêdetir, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî qadên gerîla jî bi belgeyan dîsa hat piştrastkirin..

Lê heta niha, tu aliyên navdewletî dengê xwe dernexistine û çavên xwe li van sûcên li dijî kurdan digrin.

Dr. Osman Ismail ku mamosteyê hiquqa navdewletî li zanîngeha Londinê ye, li ser sedemên bêdengiya hêzên navnetewî li hember sûcên li dijî kurdan, bersiva pirsên Ronahî tv da.

Dr. Osman diyar kir ku ji ber kurd ne xwedî statûne û di nava dewletan de wekî kêmnetewe hatine pênasekirin, lewma heq nayê dayîn ku li hember komkujiyên lis er wan tên kirin de rabin.

Dr. Osman derbarê NY û hebûna wê de jî got: “Navê netew tê de derbas dibe, lê ew tenê mafê dewletan diparêze, nê yê netewan, lewma dengê kurdan li wir nayê bihistin.

Ger kurd bixwazin giliyekî li qada navdewletî tomar bikin, tenê dikarin bi riya dewleta ku di nava sînorên wê de ne bikin.”

Dr.Osman her wiha qale sîstema navdewletî ya heye jî kir û anî ziman ku ew heq tenê dide dewletan ku tişta dixwazin bikin, lewam kurd nikarin li dijî wan di qada navdewletî de doz vekin.

Back to top button