Erdogan dê nehêle partiya Davutoglu bikeve hilbijartinê

Komseriya Bilind a Hilbijartinan a dewleta Tirkiyê Partiya Pêşerojê ya Nû ku Serokwezîrê îstîfakirî Ehmed Davûdoglu damezrandiye, ji hilbijartinên pêş de bi dûr xist.

Erdogan û Serokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan a dewleta Tirkiyê Sadî Guven 14’ê mehê de hatin cem hev.

Piştê civînê 2 rojan, Komseriya Bilind a Hilbijartinan navê lîsteya partiyên ku wê beşdarî hilbijartinên pêş bibin, ragihand.

Palkêşe di vê lîsteya navê Partiya Pêşerojê ya Nû ku Ehmed Davûdoglu damezrandiye tunebû.

Li gorî komîseriyê partiyên ji lîsteyê hatine dûrxistin” mercên wan ên guncaw ku beşdarî hilbijartinên muhtemel bibin, tune ne.”

Li gorî daxuyaniyê partiyên ku beşdarî hilbijartinan bibin, divê komeleya xwe ya giştî beriya çileya 2020’an rêxistin kiribin û rêxistinbûyîn xwe herî kêm li 40 parêzgehên Tirkiyê hebin.

Wer xuyaye ku ev mercên Komseriya Hilbijartinê partiya Davutoglu dike hedef û Erdogan jî ji niha ve şerê xwe yê hilbijartinan da destpêkirin.

Leave a Reply

Back to top button