Kongreya Star kuştina Jina bi navê Iftîkar Gazî şermezar kir

Jin jiyan e jiyanê nekujin.Kongra Star a navçeyên Til Hemîs û Til Birakê îro di çarçoveya vê têgihiştinê de çalakî pêkanîn.Di çalakiya li Til Birakê de kuştina jina bi navê Iftîkar Mihemed Gazî hat şermezarkirin.

Li navçeya Til Hemîsê ya bajarê Qamişlo bi armanca rêgirtina li pêşiya şîdet û kuştina jinan Kongra Starê meşek pêk anî.

Di dawiya meşê de li Çerxerêya Şehîdan mîtîngek pêk hat.

Di mîtîngê de endama Kongreya Starê Neyra El-Hemko axivî; sûc û êrişên li dijî jinan şermezar kir û xwest jin hemû bibin bendeke asê li pêşiya tevayî hewldanên çewisandina nasnameya jinan û şikandina vîna wan.

Her wiha li navçeya Til Berekê jî endamên Kongra Starê li pêşiya avahiya Mala Jinê bi daxuyaniyekê kuştina Iftîkar Gazî ji aliyê hevjînê wê ve, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de Kongreya Starê dixwaze sûcdar bêne cezakirin û xwest têkoşîna li dijî van kirinan were xurtkirin.

Back to top button