Hêzên Asayîşê nasnameya şehîdkî xwe eşkere kir

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wê Subhî Mihemed roja înê di encama kirîza dil de şehîd bûye.

Hêzên Asayîşê der barê şehadeta endamê xwe Subhî Mihemed de daxuyanî da û ev agahî parve kirin:

“Em destpêkê sersaxiyê ji malbata şehîd Subhî re dixwazin..

Bi rêz û hurmet li hember giyanê şehîdên xwe yên bi rûmet disekinin.

Her wiha em soza şopandina rêya şehîdan heta ku em ewlehî û aştiyê bi dest dixin, nû dikin.

Endamê me yê li bajarokê Zirgan, înê dema erka xwe bû, di encama krîza dil de gihişt asta şehadetê.”

Li gor Asayîşê Nasnameya şehîd wiha ye:

Subhî Mihemed di 20’ê Çileya 2023 de li Zirganê Şehîd bû ..

Nav û Paşnav :Subhî Mihemed
Dîroka Şehadetê :20’ê Çileya 2023 li Zirganê

Back to top button