HPG nasnameya 4 gerîlayên li Zap û Avaşînê şehîd bûn eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku li Zap û Avaşînê şehîd bûn eşkere kir.
HPG’ê got: “Hevrêyên me Bilind, Kendal, Nûman û Ronî bi şerê fedaî rê nedan dagirkerî û dagirkeran û bûn milîtanên mînak ên şerê azadiyê.”.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên li Zap û Avaşînê şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê diyar kir Dewleta Tirk a mêtinger ku li hemberî vê berxwedana dîrokî nikare bi pêş ve biçe, bi rêbazên li derveyî mirovahiyê êrîş dike û got:

“Hevrêyên me Bilind, Kendal, Nûman û Ronî ku li hemberî van êrîşan bi rengekî fedayî şer kirin û rê nedan dagirkerî û dagirkeran. Bi daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê di şerê azadiyê yê gelê me de bûn milîtanên mînak.

HPG’ê derbarê kesayet û têkoşîna Bilind Milî yê ji bajarê Hesekê ev yek got:.

“Hevrêyê me Bilind ku bi samîmiyeta xwe ya di hevrêtiyê de, bi dilsoziya bi Rêber Apo û xeta şehîdan û welatparêziya xwe ya kûr de milîtanekî mînak bû, wê di têkoşîna me de her tim bê bibîranîn.”

Têkildarî jiyana gerîlayê bi nasnav Kendal Botan jî ku ji Reqayê ji dayik bûye HPG’ê ev yek anî ziman::

“Hevrêyê me Kendal ku di nava pêvajoya şoreşê de mezin bû, dît ku heta xaka Kurdistanê ji dagirkeran neyê paqijkirin, gelê me nikare bibe xwedî paşerojeke azad û berê xwe da çiyayê Kurdistanê.

Hevrêyê me li qada Werxelê bi wêrekî û biryardariyeke mezin bersiv da hemû êrîşan, bû yek ji fermandarên pêşeng ên berxwedana dîrokî.”

HPG: Em ê têkoşîna hevreyên xwe bi bighînin encamê

Di dawî de HPG’ê teqez kir ku berdêl çi dibe bila bibe, ew ê têkoşîna hevrêyên xwe yên hêja bighînin encamê û armancên wan pêk bînin.

Li gorî daxuyniya HPG’ê, nasnameya 4 gerîlayên li herêmên Zap û Avaşînê şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bilind Milî
Nav paşnav: Yûsûf Milî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik: Emîne
Bav: Davût
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Hezîrana 2022 / Avaşîn

Nasnav: Kendal Botan
Nav paşnav: Ciwan Enter Elî
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Dayik: Zara
Bav: Enter
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Hezîrana 2022 / Avaşîn

Nasnav: Nûman Amed
Nav paşnav: Ramazan Temîz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Medya
Bav: Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tebaxa 2022 / Zap

Nasnav: Ronî Botan
Nav paşnav: Nûrûllah Osal
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik: Nûriye
Bav: Mehmet Selîm
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tebaxa 2022 / Zap

Back to top button