Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê: Divê ti carî neyê qebûlkirin ku şehîd bi şev bên veşartin

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê ragihand ku wan saleke din a berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk li pey xwe hişt û bang li malbatên şehîdan kir ku qebûl nekin cenazeyên şehîdan bi şev bên veşartin.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê têkildarî sala nû peyamek da.

Komîteyê sersala dayîkên şehîdan û gelê Kurd pîroz kir û da xuyakirin ku ew bi pêşengtiya Rêber Apo bi keda şehîdan li hemberî dagirkerî, qirkirin û kirinên şerê teybet, saleke tijî berxwedan derbas kir.

Komîteyê diyar kir ku faşîzma AKP-MHP’ê di encama berxwedana mezin a tevgera azadiyê de ketiye nava qeyran û kaosek mezin û roj bi roj têk diçe û got:

“Ji ber vê yekê dewleta faşîst ku ti pîvanên exlaqî, wijdanî û civakî nas nake, bi xerakirina goristanan dixwaze bîra civakî ji holê rake û tune bike.

Faşîzma AKP-MHP’ê her tim ji ronahiya ku şehîdên me dane avakirin, ditirse.

Ji bo vê di tarîtiyê de veşartina cenazeyan weke tiştek ji rêzê dide nîşandan û hewl dide vê yekê weke zextekê li ser gelê me bide meşandin.

Desthilatdariya faşîst ku bi rojan cenazeyên hevrêyên me di morganan de dihêle, bi nedana wan, malbatên me diêşîne.”

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê da zanîn ku malbatên şehîdan bi girtina nobeta li ber goristanên zarokên xwe, bersivek mezin da faşîzma AKP-MHP’ê û ev polîtîkaya dagirkeran vala derxist.

Li gorî daxuyaniyê, pîvana serketinê ji nêzîkatiya ku li hember Şehîdan tê raberkirin, diyar dibe.

Komîteyê Malbatên şehîdna a PKK’ê bang li malbatên şehîdan kir ku qebûl nekin cenazeyên şehîdan bi şev bên veşartin.

Komîteyê dubare berxwedana malbatên şehîdan a li hemberî faşîzmê silav kir, sala wan a nû pîroz kir û diyar kir ku ew di çarçoveya pêngava KCK’ê de faşîzmê têk bibin, tecrîda Îmraliyê parçe bikin û Kurdistanê azad bikin.

Back to top button