Danîş Botan: Hûnermendên Kurd dikarin di yekîtiya netewî de rolekî diyarker bilîzin

Hunermend Danîş Botan, têkildarê însiyatîfa hûnermend û rewşenbîrên Kurd ya ku ji bo yekîtiya Kurdî hatiye avakirin axivî û diyarkir ku hêza hûnermendan heye ku ji bo yekîtiyê rol bilîzin.

Hunermend û rewşebîrên Kurd li bajarê Koln ê Almanyayê ji bo di yekîtiya Kurdî de rol bilîzin Însiyatîfek avakirin.

Endamê Koma Botan, hûnermend Danîş Botan ku ji sala 1987’an ve dest bi xebata hunerê kiriye, ev yek weke gaveke pîroz bi nav kir û weha axivî:

“Huner, enerjiya şoreş û civakan e û rêbaza teşwîqkirina parastina xak û rûmetê ye. Weke hunermendê Kurd û bi giştî gelê Kurd divê em yekîtiya xwe avabikin da ku bikaribin li hemberî êrîşan axa xwe biparêzin.”

Danîş Botan bang hemû hûnermendên Kurd kir ku li dijî êrîşên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî ku bi armanca dagirkerî û qirkirina Kurdan pêk tên, bikevin nav tevgerê û di yekîtiya netewî de rol bilîzin.

Leave a Reply

Back to top button