Li Idlibê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li eniyên şer yên Idlibê, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh li eniyên şer yên li Idlibê di encama êrîşên çeteyên dewleta Tirk li ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê de, leşkerekî hikumetê hat kuştin.

Çeteyan her wiha nuqteyên hikumeta Şamê li Sehil El-Xab a Hemayê û Cebel El-Zawiyê ua Idlibê kirin armanc.

Li gel vê jî, Navenda Çavdêriyê diyar kir ku hêzên hikumetê, deverên çeteyan li başûrê Idlibê da ber topan.

Back to top button