Hikmet Hebîb: Hikumeta Şamê idîaya welatparêziyê dike û parastina sînorê welat nake

“Dewleta Tirk ji bo xewna dewleta Osmanî zindî bike, dixwaze tevahî herêmê dagir bike.” bi vê gotinê Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD’ê Hikumet Hebîb îşaret bi êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê kir. Hebîb piştrast kir “Ne tenê Sûriyê ku ew jî bêdeng e, belê divê Komkara Erebî jî sînorekî ji êrişên dewleta Tirk re deyne, dewleta ku dixwaze rola Komkarê tune bike û dewletên Ereban dagir bike.”

Tevî bêdengiya cîhanî û erêkirina navdewletî, şêniyên herêmê bi hemû pêkhate, zarok û şervanên xwe, serî ji dagirkeran re netewand û heta vê kêliyê jî li dijî êrîşan li ber xwe didin.

Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD’ê Hikumet Hebîb di vê der barê de îşaret bi lihevkirinên Tirkiyê-Rûsyayê kir.

Hebîb anî ziman “Dewleta Tirk hesaban ji qanûnên navneteweyî re nake, ji bo xewna dewleta Osmanî zindî bike, dixwaze herêmê dagir bike. Tevî lihevkirin û peymanan jî, êrişên artêşa Tirk dewam in û Rûsya bêdeng e.”

Li ser helwesta hikumeta Şamê Hikmet Hebîb eşkere kir ku ya dawî idîa dike ew dewleteke welatparêz e û parastina sînorê Sûriyê dike, lê di pratîkê de tiştekî bi vî rengî tune ye.

22 Cotmeha 2019 çeteyên Tirkiyê yên bi navê qaşo “Artêşa Niştimanî” gihaştin derdora navçeya Eyn Îsayê.

QSD û hêzên hikumeta Şamê jî nuqteyên pêşîn ên li beramberî van çeteyan bi par ve dikin, aliyê Rûsî jî cihê xwe li xetên paşîn digire.

Hikmet Hebîb: MSD bi rêya diyalogan dixwaze dawî li rageşiya li Sûriyê bîne

Hebîb bal kişand ser berxwedana QSD’ê û got:

“QSD’ê parastina sînorê welat girt ser milê xwe û li herêmên din ên Sûriyê jî bi tena xwe li dijî êrîşên dagirkeran şer kir.

Divê hikumeta Şamê parastina Eyn Îsa û parçeyên din ên Sûriyê bike û bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker bide.”

Hebîb da zanîn ku bi rêya lidarxistina panel û kongreyên xwe; MSD îşaretê bi girîngiya hevdîtinên Sûrî-Sûrî dike, da dawî li aloziya li Sûriyê bînin, lê hikumeta Şamê dixwaze rewşa welat vegere wekî beriya 2011’an û Rûsya jî erê dike.

Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD’ê Hikumet Hebîb helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya der barê êrîşên Tirkiyê jî rexne kir û piştrast kir ku “berpirsyariyeke mezin ji Komkara Welatên Erebî, Sûriye jî di nav de, tê xwestin ku parastina sînorên dewletên Ereban bikin.”

Back to top button