Rewşenbîr: Lihevkirina Edene ne rewaye, ji bo gelê Sûriyê heqaret e

Rewşenbîrên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kirin ku lihevkirina Edene ya Nûjenkirî ji bo gelê Sûriyê heqaret e û dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve rewa dike.

Aliyên siyasî û civakî dibêjin, ev lihevkirin deriyekî din li pêşiya dagirkirina herêmên din ên Sûriyê vedike.

Der barê mijarê de endamê Malbenda Çandê ya Heleb Welîd Bekir got, “Lihevkirina Edene ji bo gelê Sûriyê heqaret e ji ber ku di encama piştgiriya NATO`ê de pêk hat.”

Welîd Bekir diyar kir ku komploya navneteweyî li dijî rêber Ocalan di wê demê de dest pê kir. Di encamê de bi hevkariya hêzên navneteweyî Rêber Ocalan dîl hate girtin.

Endamê malbendê, helbestvan Mihemed Elî jî bal kişand ser nerewabûna lihevkirinê û got:

“Em dikarin bêjin ku ev lihevkirin tenê bi beşdariya aliyên ewlehiyê pêk hat. Ne rewaye, Armanc jê tunekirina gelê Kurd, .”

Elî di dawiya nirxandinê xwe de anî ziman ku lihevkirina Edene ya Nûjenkirî, ve rusya dixwaze Tirkiyê bikeve nav axa Sûriyê bi kûrahiya 30 kîlometreyan dagir bike. Rûsya bi vê yekê xwest Tirkiyê ji NATO`yê dûr bixe.

Back to top button