Şêniyên navçeya Holê ji bo xweparastinê tev li perwerdeya bikaranîna çekan bûn

Şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê bi hevkariya komîteyên parastinê yên komînan, di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de tev li perwerdeyên bikaranîna çekan bûn.

Şêniyan destnîşan kir ku perwerdeya wan bi armanca xweparastinê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker e.

Her wiha şêniyan tekez kir ku ji bo sekna li kêleka hêzên leşkerî û ewlekariya xwe fêrî bikaranîna çekan dibin.

Perwerdeya bikaranîna çekan wê 3’ê rojan dewam bike.

Derbarê perwerdê de welatiya bi navê Hedîl Mihemed got:

“Em ji bo parastina herêmê nexasim navçeya Holê ku kampên çeteyên DAIŞ’ê tê de heye, xeteriya wî heye, xwe perwerde dikin.”

Welatiyê bi navê Telî Ehmed jî got:

“Pêwîst e her kes tedbîrên xwe yên parastinê bigre da ku xwe li dijî êrên dewleta tirk û şaneyên DAIŞ’ê biparêze.”

Back to top button