Li golên cihanê her ku diçe rêjeya oksîjenê kêm dibe

Bi guherîna avûhewayê re li piraniya golên cîhanê her ku diçe rêjeya oksîjenê kêm dibe. Herî zêde li herêmên Ewropa û DYA’yê ji vê rewşa bibandor tê dîtin.

Bi guherîna avûhewayê re ekosîstema golan jî diguhere.

Kovara Natureyê bi raporekê balkişand ser vê rewşê.

Sala 2016’an Enstîtûya Lêkolîna Zanistî ya Netewî ya ‘kubekê’ Quebecê û Çandiniya Netewî, Enstîtûya Lêkolîna Zad bi hev re lêkolînek kiribûn û bala xwe dabûne ser golên Ewropayê û cîhanê.

Li gorî lêkolînê tîrbûna oksîjenê kêm derketibû.

Weke sedema vê jî li ser faktora mirov hatibû sekinandin, lê li gorî lêkolînên nû tê destnîşankirin bi xirabûna kalîteya ava golan dibe sedema kêmbûna oksîjenê.

Guherîna avûhewayê û germbûna hewayê weke kêmbûna kalîteya ava golan sedem tê nîşandan.

Golên ku ji sêyan yekî bejahiya cîhanê ye, ji aliyê ekosîtemê û herka avê ve xwedî giringiyeke mezin in.

Ji ber ku biçûk û firk in bi zeraqiya xwe ya fizîkî û qeyîmbûna xwe ya biyolojîk gol li bara guherîna avûhewayê û gemariyê nazik in.

Her wiha li gorî lêkolîneke kovara Natureyê ekîbeke navnetewî ya ji Tora Çavdêr a Ekolojîk a Golan a Cîhanî piranî jê ji Amerîkaya Bakur û Ewropayê ji 400 golên li herêmên hêwî bala xwe dene ser mînaka 45.000 avî û lêkolîneke hîn berfirehtir pêk anî.

Di xebatan de, daneyên navbera 1941 heta 2019’an li ber çavan re hatine derbasirin û lêkolînkirin.

Li gorî lêkolînê ji 1980’ê heta niha oksîjena golan kêm dibe.

Ji salên 1980’yî û wir ve bi guherîna avûhewayê ya ji ber emisyonên gaza serayê re germiya ava rûyê golê di 10 salan de bi qasî 0,38°C zêde bûye.

 

Back to top button