Rûspiyên eşîra El-Fadil: Divê dadgeheke navnetewî were avakirin

Rûspiyê eşîra El-Fadil bang li Konseya Ewlekariyê kir ku dadgehek navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê ava bikin.

Rûspiyê eşîra El-Fadil, Menaf El-Reca anî ziman ku ew zehmetiya hebûna DAIŞ û malbatên wan a li ser erdên xwe dikişînin. Her wiha ji bo Rêveberiya Xweser jî barekî giran e, nexasim di rewşa aborî ya ku herêm pê re rû bi rû ye.

Menaf bang li Konseya Ewlekariyê û civaka navneteweyî kir ku li hemberî DAIŞ’iyên girtî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û got:

“Yan bila her dewleteke welatiyên xwe werbigire û li gorî qanûnên xwe li ser xaka xwe wan darizînin.

Yan jî bila bi çavdêriya navneteweyî dadgehek li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebe da ku wan darizînin.”

Back to top button