Blinken: Rêveberiya Biden bi niyaz e girtîgeha Guantanamo bigire

Rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden bi niyaz e girtîgeha navdar a bi navê Guantanamo bigire.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Tony Blinken bi hevpeyvîna li gel kenala CBS re teqez kir ku rêveberiya Amerîkî di çend mehê bê de wê girtina girtîgeha Guantanamo bixe rojevê.

Ji xwe, DYA’ê ji sala 2002, ev girtîgeh li Kubayê vekiribû û hingê 20 kesên Efxan bi tawana hevkariya bi Talîbanê re tê de hatibûn bicihkirin.

Tê zanîn, di 2009’an de, piştî eşkerekirina binpêkirinên mafê mirovan li wê derê, Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama biriyara girtina girtîgeha Guantanamo dabû, lê Kongressê ev biriyar red kiribû.

Back to top button