Heta niha 20 milyon Hindî bi Coronayê ketine

Hindistan ku niha di rewşeke kambax re derbas dibe, tomarkirina bêhtirî 300 hezar pêketiyên din ên vîrûsa Corona ragihand ku bi vî awayî 20 milyon li wir bi vîrûsê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê îro ragihand ku di nava 24 saetên dawî tenê de, 368 hezar û 147 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Li rex mirina bi sedhezaran kes jî, herî dawî 3 hezar û 417 kesên din bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da..

Demek e, Hindistan bûye navenda sereke ya vîrûsê, nemaze ku ji welatên tijî şênî ye û niha jî di jimara qurbanên Coronayê de, di cîhanê tevî de, welatê çaremîn e.

Back to top button