Heşda Şabî li Başûrê Mûsilê operasyonek da destpêkirin

Li Iraqê jî li dijî şane û çeteyên DAIŞ’ê xebat her hene.. Herî dawî Hêzên Heşda Şe’bî li başûrê Mûsilê operasyonek leşkerî da destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya hêzên Heşda Şe’bî, wan li Başûrê Mûsilê bi artêşa Iraqê re operasyonek daye destpêkirin û yekser gundên Telal Semen û Xuweytele hatine paqijkirin.

Hat eşkerkirin “Fermandariya Operasyonên Hevbeş jî îro pêngavek giran a paqijiyê li Nînewayê da destpêkirin û heta niha gelek sucdar hatine girtin.”

Ne tenê sûcdar, hat gotin ku erebe û gelek çekên çeteyên DAIŞ’ê jî, hatine desteserkirin û tunelek ku tê de gelek cil û berg, jeneretorek û komek telefon jî hebûn, hat rûxandin.

Piştî civîna ligel rayedarên Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê, hat diyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî teqezî li ser hevahengiya ewlehî di navbera herdu aliyan de kiriye, bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî serweriya Başûr.

Back to top button