Selman Barûdo: Ji sedî 90 refên kuliyan hatin tunekirin

Têkildarî refên kuliyan ku vê dawiyê derbasî gundewarê rojhilatê Dêra Zorê bûne û li ser hewldanên tunekirina wan, Selman Barûdo diyar kir ku xebata wan di vî alî de erênî bû.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Selman Barûdo anî ziman “Desteyê bi hevkariya komîteyên aborî û gerînendeyên çandiniyê, bi hemû derfetên xwe li hemberî vê pirsgirêkê, sekinî û ji sedî 90 ji kuliyan hatin tunekirin.”

Barûdo destnîşan kir ku “Ger ev kulî li Urdin û Iraqê neyên tunekirin, dibe ku ev ref ji berê zêdetir werin herêmê û ev yek jî kareseteke rastîn e.”

Selman Barûdo îşaret bi keda ku şêniyên Dêra Zorê û endamên saziyên sivîl kir ku ji bo tunekirina kuliyan, alîkarî û destek pêşkêşî Rêveberiya Xweser kirin.

Back to top button