Pen America: Bi zextê Erdogan desthilata xwe zêdetir dike

Saziyeke Amerîkî destnîşan kir ku, li cîhanê, Tirkiyê dewleta herî rewşenbîran digere ye.

Saziya Pen America bi boneya 3’ê Gulanê “roja rojnemegeriya cîhanî” bi raporekê da zanîn ku 273 rewşenbîr, nivîskar û akademisyen li cîhanê di zindanan de ne.

Li gorî rapora Amerîkî, Tirkiyê cihê xwe li nava 3 welatên destpêkê yên ku mafên mirovan binpê dikin, digire û ji 2019’an heta 2020’an ti guhertin çênebûye.

Saziya Pen America diyar kir ku azadiya derbirînê li Tirkiyê tune ye û zêdeyî 25 nivîskar, Akademisyen û rewşenbir di girtîgehan de ne.

Saziyê her wiha îşaret pê kir ku, Tirkiyê qanûnên nû ji bo dersînorkirina azadiya derbirînê derxistiye, bi vê yekê desthilata Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, zêde dike.

Hat bibîrxistin ku, qanûna têkoşîna li dijî terorê veguheriya çekê û li dijî muxalifetê tê bikaranîn.

Back to top button