Sozdar Avesta: Dewleta Tirk dixwaze Kurdên azad ji holê rake

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê got “Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdên azad ku PKK û Rêber Apo ew ava kirine, herêmê dagir dike û dixwaze xeyalên Osmaniyan bi cih bîne.” Ji bo Doza bi navê Kobanê jî, Sozdar anî ziman ku ev têgih şaş e û divê “doza parastina DAIŞê” li şûnê were bikaranîn.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê, Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ û berxwedana gelê Şengalê nirxand.

Sozdar diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke ji rêzê ye. Ev tecrîd li ser gelê Kurdistanê, jinan, hêzên demokratîk tê kirin û wiha got”:

Berxwedana ku gerîla li Garê pêk aniye, vîna ku jinan di 8’ê Adarê de derxistiye holê, qîrîna azadiyê di Newrozê de, tecrîda dewleta Tirk pûç kir.

Bi tecrîda li ser Rêber Apo re xwestin vîn û sebra gelê Kurd biceribînin.

Rewşa Rêber Apo, qedera Kurdistan û ya herêmê girêdayî hev in.

Heta ku siyaseta qirkirinê bi dawî nebe wê tecrîd bidome.

Sozdar Avesta behsa êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û ev tişt anî ziman:

Armanca vê operasyonê gelekî zelal e.

Beriya opersyonê bi qasî 3 seatan hevdîtina Erdogan û Biden ya bi telefonê pêk hat.

Wezîrê Karê Derve yê Tirk jî bi Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir.

Em gelekî baş dizanin ku ev konsepta êrîşê ne nû ye, ne bi tenê Başûrê Kurdistanê, hemû destkeftiyên gelê Kurd dike hedef.

Sozdar Avesta: Divê gelê Başûrê Kurdistanê bêdeng nemîne

Sozdar Avesta anî ziman ku divê li dijî êrîşan gelê me yê Başûrê Kurdisatanê nerazîbûna xwe nîşan bide û wiha domand:

Hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî PDK ne derveyî vê konseptê ne.

Belkî bi awayekî pratîk ne di nav operasyonê de ne, lê em dizanin ku çavê xwe ji operasyonê digirin.

Sozdar Avesta: Doza bi navê Kobanê nîne.. Doz a parastina DAIŞ’ê ye

Sozdar derbarê doza Kobanê jî got “A rast divê ji vê dozê re nebêjin doza Kobanê. AKP’ê ev nav da dozê. Dema ku em dibêjin Kobanê berxwedan û serfirazî tê bîra me. Doza niha tê kirin doza parastina DAIŞ’ê ye.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê herî dawî diyar kir ku li herêmên parastina medyayê berxwedana gerîlayan didome û bang li gelê Kurdistanê kir ku xwedî li destkefteyan derkevin.

Back to top button