Gelê herêmê li dijî êrişên PDK ên li dijî gerîlayan bertek nîşan dan

Li Şehba, Heleb, Şedadê û navçeya Til Hemîsê gel bi çalakiyên cûda êrişên PDK’ê ên li dijî gerîlayan şermezar kirin.
Welatiyan destnîşan kirin ku ew ê li hember xiyanetê û êrişên li ser gerîlayan bêdeng nemînin.

Dayikên Aştiyê yên Meclisa Malbatên Şehîdan yên Kantona Efrin- Şehbayê têkildarî kemînên PDK’ê ên li hemberî gerîlayên Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Dayikên Aştiyê diyarkirin ku dewleta Tirk bi hevakriya PDK’ê dixwaze vîn berxwedana gerîla bişkîne û bi hêsaneyî kurdistanê tevahî dagir bike.

Dayikan bang li tevahî gelên kurdistanê kirin ku li dijî xiyaneta PDK’ê û pilanên hêzên dagirker rabin ser biyan.

Li Helebê jî xiyanet û êrişên PDK’ê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da û got:

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ber deriyan e, hevdîtinên dewletan li ser hesabê gelê Kurd û xiyaneta PDKˊê bi armanca tunebûna Kurdan e.

Bi heman armancê Ciwanên PYDˊê ya navçeya Şedadê jî ji çalakiyeke şermezarkirinê li dar xist.

Ciwanan bal kişandin li ser êrişên dagirkeriya Tirkiyê ên li dijî herêmê û anîn ziman li kêleka vê jî PDKˊê tevkariyê pê re dike û xiyanetê bi Kurdan dike.

“Li hemberî xiyaneta PDK’ê em bêdeng namînin”

Li navçeya Til Hemîsê jî di pêşengtiya Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de meşek hate lidarxistin.

Meşê ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê dest pê kir û li Çerxerêya Belediye veguherî mîtingê.

Di mîtingê de diyarkirin ku gelê herêmê wê li hember êrişên PDK’ê ên li hemberî gerîlayan û xiyaneta wê bêdeng nemîne.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê êrişa hêzên PDK’ê li dijî gerîla şermezar kir

Back to top button