Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan da û erebeyek leşkerî rûxand

​​​​Şervanên QSD’ê bersiva êrîşa çeteyan a li ser gundê Mielek ê Eyn Îsayê da û erebeyek wan rûxand.

Şevê din çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwestin bikevin gundê Mielek ê Eyn Îsayê û êrîş pêk anîn.

Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan da û şerekî giran derket. Şervanan her wiha erebeyeke çeteyan li derdora gund teqand.

Di heman demê de, gundên Eyn Deqnê û Minix ên herêma Şehbayê jî topbaran kirin.

Back to top button