Serokê CPT’ê yê berê Marc Neve bertek nîşanî rewşa tecrîdê da

Serokê berê yê CPT’ê Marc Neve diyar kir ku Îmralî navendeke tecrîdê ye û Rêber Apo demdirêj nayê qebûlkirin.
Marc Neve got: ”Bêdengiya CPT’ê ya li hemberî rewşa Ocalan metirsîdar e. Hewce ye CPT dubare biçe Îmraliyê.”
Her wiha Neve bal kişande li ser girîngiya pêngavên ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo û diyar kir ji bo çareseriya siyasî divê ev yek bidome.

“Şert û mercên li Îmralîyê nayên qebûlkirin û rêya çareserîyê diyaloga siyasî ye, ne zext û tecrîd e.”

Serokê Berê yê Komîteya Pêşîgirtin Êşkenceyê ya Ewropayê CPT’ê Parêzer Marc Neve wiha bertek nîşanî tecrîdê da.

Marc Neve: Îmralî navendeke tecrîdê ye, divê CPT biçe Îmraliyê

Marc Neve ku pirsên hevpar ên ajansa ANF’ê û Bernameya Nêrîna ji Ewropayê ya Televîzyona Medya Haberê bersivand, got:

Bêdengiya CPT’ê ya li hemberî rewşa Ocalan metirsîdar e û divê CPT dubare biçe Îmraliyê.

Neve biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê girtina dirêj de bi bîr xist û ev tişt anî ziman:

‘Eşkere ye ku Ocalan girtiyekî sembolîk e û çareserî hewce ye. Girtina demdirêj nayê qebûlkirin.”

Di nirxandinên xwe de Serokê CPT yê berê Marc Neve ku 3 caran çûye Îmraliyê nêrînên xwe yên serdanê vegot:

Tevî ku gelek wext derbas bû jî ez wan serdanên ji bo Îmraliyê ji bîr nakim.

Serdana girtiyekî ku bi tena serê xwe di girtîgehê de dimîne tecrubeyeke mezin û rewşeke awarte ye.

Di hemû serdanan de yê ku dixwets biaxive Ocalan bû, pêdiviya wî bi axaftin û parvekirinê hebû, ji me re gelek tişt digotin.

Marc Neve: Ocalan ne ji bo xwe, ji bo gelê xwe bi fikar bû

Parêzer Neve diyar kir fikarên Rêber Apo tenê ji bo gelê xwe bû û wiha dewam kir:

“Ev yek mezintirîn taybetmendiya wî bû. Tişta dixwazim bibêjim ew e ku Ocalan pir kêm behsa rewşa xwe dikir, bi piranî behsa rewşa giştî dikir û gelekî dixwest behsa rewşa giştî ya siyasî bike. Ji ber ku wî bi xwe jî dizanî, ew girtiyek e siyasî ye.”

Tişta ku herî zêde bandor li Neve kir jî ew bû ku Rêber Apo qala şert û mercên girtîbûna xwe nedikir.

Marc Neve: Dîlgirtina Ocalan meseleyeke siyasî ye

Marc Neve bi bîr xist dîlgirtina Rêber Apo meseleyeke siyasî ye, ji ber vê pêvajoyeke girtîbûnê ya nediyar û demdirêj nayê qebûlkirin û êşkence ye.

Marc Neve: Ji bo çareseriya siyasî divê pengavên ji bo azadiya fîzîkî a Ocalan dewam bikin”

Serokê Berê yê CPT’ê Parêzer Marc Neve li ser girîngiya pêngavên ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo diyar kir ger li pişt Ocalan tevgerek tunebe, ihtîmala çareseriyeke siyasî pir kêm dibe.

Back to top button