Hêzên Rizgariya Efrînê li Ezaz,Marê û Efrînê rêzeçalakî pêkanî. Di van çalakiyan de 9 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî rêzeçalakiyên xwe yên li Ezaz,Marê û Efrînê daxiyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hate parvekirin:
12’ê Cotmehê li bajarê Mare li dijî baragehekî artêşa Tirk a dagirker hêzên rizgariyê çalakiyekî pêk anî.
Di encamê de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Heman rojê hêzên rizgariyê li gundê Meryemîn yê girêdayî navçeya Şera li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyekî bi şêwazê kemîn li dar xistin.
Di encamê çalakiyê de 4 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
12′ Cotmehê hêzên rizgariyê li navenda bajarê Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yekîneyên me çalakiyekî sabotajê li dar xistin.
Di vê çalakiyê de jî 9 çeteyên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn, lê belê di derbarê kuştiyên dijmin de agahî bi dest neketin.
13’ê Cotmehê hêzên rizgariyê li derdora gundê Kil Cibrîn û Kefer Xaşir ji 2 baskan ve li dijî baregehên artêşa dagirker û çeteyên wî çalakî pêk anîn.
Di encam de baregehên dijmin hatin ruxandin û termalek hate desteserkirin.
Heman rojê hêzên rizgariyê li bajarê Mare li dijî çeperekî çeteyên koma bi navê El Cebha el-Şamiyê çalakiyekî li dar xistin.
Di encamê deçeteyek koma navborî hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.
13’ê Cotmehê li navenda bajarê Efrînê taxa Mehmûdiyê hêzên rizgariyê çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin.
Di encamê de birîndarên komên çeteyên dagirker çêbûn lê hijmara kuştiyên dagirkeran ne hat zelal kirin.