Rêveberiya Giştî ya Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 70 hezar zarok koçber bûn û herî kêm 4 hatin kuştin û 9 jî birîndar bûne.
Rêvebera giştî ya UNICEF’ê Henrietta Fore bal kişand ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Fore diyar kir ku ji ber êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk heta îro 70 hezar zarok ji warê xwe hatin koçberkirin, herî kêm 4 hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.
Rêveberê UNICEF’ê got:
Ji ber êrîşan li Hesekê stasyona ku av dida 2 milyon kes hate hilweşandin, ev yek jî bi xwe re kerasetek mirovî wê bîne.
Her wiha dewleta tirk bi êrîşên xwe 3’ê navendên tenduristiyê, erebeyên ambulansê û dibistanan kirine hedef.
Ev yek jî weke sûcên şer tê naskirin.
UNICEF dazanîn ku 170 hezar zarok pêdiviya wan bi alîkariyê heye û ew ê alîkariyê bişîne ji herêmê re.