Serokê Emerîka Trump bi fermandarê giştî yê QSD’ê re axivî

Serokê Emerîka Donald Trump ji ber rewşa dawî ya li herêmê û peywendiyên dostanî bi fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re axivî.

Cîgirê Serokê Emrîka Mike Pence diyar kir ku Trump bi fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re peywendiyeke telefonî pêk aniye.

Pence anî ziman ku Trump ji Erdogan re gotiye bi ti şêwazî çênabe ku ew êrîşekê li ser Kobanê pêk bênin.

Her wiha ji bo rawestandina şerê heyî jî bangeke lezgîn a rawestandina şer kiriye.

Mike Pence ku di daxuyaniya çapemeniyê ku li Koşka Spî dayî de jî careke din diyar kir ku ji bo êrîşa Tirkiye ya li ser bakurê Sûrî wan ti çireke kesk nedaye Tirkiyê.

WEZARETA GENCÎNEYA EMERÎKÎ:
CEZA LI 3 WEZÎR Û 2 WEZARETÊN TIRKIYÊ HATIN BIRÎN

Trump got:

Eger Tirkiyê êrîşên xwe dewam bike, ez amade me abora Tirkiyê bi temamî hilweşînim.

Îro jî wezareta gencîneya Emerîkî bi daxuyaniyekê wezaret û rêveberên dewleta tirk yên ceza li wan hatine birîn eşkere kir.

Wezaretê got, ev ceza li wezareta parastin û ya enirjiyê hatin birîn.

Her wiha li hersê wezîrên enerjî, parastin û yê hundir jî.

Li gorî daxuyaniya Trump, wê danûstandinên lihevkirinên bazirganî yên bi Tirkiyê re jî werin rawestandin.

Leave a Reply

Back to top button