Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî Ebdilhamid El-Mihbaş got,
Lihevkirina di navbera QSD û Hêzên Hikumeta Sûriyê lihevkirineke leşkerî ye.
Rêveberiya Xweser wê karê xwe dewam bike û ti guhertin di nexşeya rêveberiyê de tine ye.
Ebdilhamid El-Mihbaş têkildarî lihevkirina ku di navbera Rêveberiya Xweser û Hêzên Hikumetê Sûriyê de axivî û got:
Lihevkirina di navbera QSD`ê û Hikumeta Sûriyê lihevkirineke leşkerî ye.
Wê hêzên artêşa Sûriyê li ser sînorê bi dewleta Tirkiyê re ji Minbic, Reqa, Hesek û Qamişlo û heta nuqteya li Dêrikê belav bibe.
El-Mihbaş diyar kir ku lihevkirina ku çêbû, bi zanebûn û erêkirina Rûsya pêk hat.
Wê artêş li hundirê bajaran belav nebe.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêveberiya xwe ya xweser û 7 ên sivîl wê karê xwe yê rêveberiyê mîna berê bike.