Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da xuyakirin ku Tirkiye berpirsiyara sûcên li herêmê ye.
Meclisê diyar kir ku ew piştgiriyê didin xebatên navneteweyî yên belgekirin û eşkerekirina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker.
Meclisê her wiha da zanîn ku dewleta Tirk ji koçkirina şêniyên resen, guhartina demografîk û bicihkirina malbatên çeteyan berpirsiyar e.
Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî 14 vê mehê raporek der barê sûcên Tirkiyê yên li Sûriyê de, pêşkêşî Meclisa Mafên Mirovan a NY kiribû.
Meclisa Jin ev rapor jî kêm dît û da zanîn ku NY tenê beşek ji sûcên li dijî jinan eşkere kiriye.
Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got:
“Em bangê li civaka navneteweyî dikin ku van sûcdar û binpêkeran darizînin.
Divê civaka navneteweyî fişarê li Tirkiyê bike, da ku ji tevahî xaka Sûriyê vekişe û vegera koçber û awareyan misoger bike.”
Rêxistina mafê mirovan a herêma Cizîrê li dijî êrîşan banga têkoşînê kir
Bertekên li dijî êrîş û kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li herêmên dagirkirî pêk tînin her diçe zêde dibin.
Rêxistina mafê mirovan a herêma Cizîrê têkildarî êrîşên kiryarên li herêmên dagirkirî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de êrîş ê binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser hêrêmên Bakur û rojhilatê Sûrî û sûcên li dijî mirovahiyê hatin şermezar kirin.
Derbarê qûtkirina avê ya stasyona Elok rêxistinê bang li hemû rêxistinên cîhanê kir ku bi arka xwe rabin û hesabê ji dewleta Tirk ya dagirker bixwazin.
Her wiha rêxistinê bang li hemû hiqûqansan kir ku li rex kesên ku hatinêe êşkence kirin bisekinin û kesên ku hatine binçavkirin werin berdan.