Li 81 bajarên Tirkiyê, hezar û 263 kes hatin binçavkirin

Dewleta tirk a dagirker ku di êrîşa xwe ya dagirkeriya li bakur û rojhilatê Sûrî de daxwazên xwe bidest nexistiye, vê carê li hindirê tirkiyê careke din dest bi girtin û binçavkirinê kir.
Li 81 bajaran hezar û 263 kes hatin binçavkirin.

Wezîreta Karê Hindirîn a dagirkeriya dewleta tirk, hemwext li 81 bajaran dest bi operasyona qirkirina siyasî kirin.

Di vê operasyona qirkirina siyasî de 67 hezar û 848 erkdarên dewletê cihê xwe girtin.

Di encamê de hezar û 263 kes hatin binçavkirin.

Li Amedê beriya ku HDP li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a Rojava daxuyaniyê bidin, polêsan êrîşî avahiyên HDP kir.

Li navçeya Bexlar Amedê di êrîşa polêsan de parlamentera HDP Salîha Aydenîz birîndar bû.

Polîsan di ser 16 hezar 566 avahiyên derdora dibistan û parkan de girtin.

Her wiha Polîsê bi ser şaredariyên HDP yên Amed, Colemêrg, Nisêbîn, Gever û Erdîşê de girtin.

Di serdegirtina malan de polîsan hevşaredar û gelek kesên din binçav kir.

Leave a Reply

Back to top button