Hevserokatiya Konseya Rêveber a Komalên Civakên Kurdistanê (KCK) Komkujiya Gar a Enqereyê ku 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê dewleta Tirk ve bi destê DAÎŞ’ê hate kirin, di salvegera 8’an de şermezar kir û şehîdên demokrasî û şoreşê bi bîr anî.
Hevserokatiyê diyar kir ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de komkujiyeke mezin hate kirin û got:
“Ev êrîşa ku bû sedema komkujiya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê di çarçoveya plana çalakiyê ya têkbirinê hate kirin.
Weke hîmên bingehîn ên avakirina faşîzma AKP-MHP’ê êrîş û komkujiyeke bi vî rengî hate plankirin û pêkanîn.
Armanc ji êrîşa li Gar a Enqereyê û êrîş û komkujiyên li deverên din ev bû.
Ev hemû jî bi destê dewlet û desthilatdariyê hatin kirin.”
KCK’ê herî dawî got:
“Di vê çarçoveyê de em komkujiyê di sala 8’emîn de careke din şermezar dikin.
Divê zanibin ku wezîfeya me ye em li dijî faşîzma AKP-MHP’ê yekîtiya demokratîk hîn xurt bikin.
Divê em bi vê têgihiştinê tevbigerin. Mîsyona ku dîrok dide hêzên demokratîk şoreşger ev e.”