KCK: Ji bo tunekirina Kurdên xwedî îrade û azad komplo pêk hat

Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a mêtinger qirker, tiştên ku di pêvajoya komploya navneteweyî de nekarî bi ser bixîne, niha bi konseptên êrîşê yên nû yên cûrbecûr dixwaze bi ser bixîne.
KCK’ê bang li hemû kurdan kir ku li dijî şerê qirkirina kurdan asta berxwedanê mezin bikin.

Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê derbarê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku berxwedan û raperîna herî mezin a Kurdan ‘Şerê Hebûn û Azadiyê’ bû ku bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdên me yên leheng destpê kir û ev tişt anî ziman:

“Vê pêvajoya têkoşînê ya demdirêj, bi pêşengiya PKK’ê xwe weke ‘Şerê Hebûn û Azadiyê’ pênase kir.

Hêzên kapîtalîst-mêtinger ên navneteweyî Kurdîtiya Azad a bi pêşengiya PKK’ê li pêşiya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin, weke astengiya herî mezin dîtin.

Ji ber vê yekê jî ji bo tunekirina astengiya ‘Kurd ên xwedî îrade û azad’ komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê Rêber Apo ji qada Rojhilata Navîn hate derxistin.”

“Rêber Apo bi şoreşeke mejî bersiv da komploya navneteweyî”

KCK’ê da zanîn ku Rêber Apo li gel dîlgirtina li Îmraliyê û şert û mercên tecrîdê yên mutleq jî bi şoreşeke mejî ya mezin û nêzîkatiya çareseriya demokratîk bersiv da komploya navneteweyî.

Bi berdewamiya daxuyaniyê de KCK’ê wiha berxwedaniya Rêber Apo bilêv kir:

“Weke Rêberekî Gel ê Şoreşger dema pêwîstî pê hebû weke fîlozof û zanyarekî, hem ji aliyê fikrî hem jî ji aliyê mejî û fîzîkî ve li ber xwe da.

Fikrên herî pêşketî yên serdemê di şexsê gelê Kurd de pêşkêşî gelan, jinan û bindestan hemûyan kir.

Bi pênase û îdeolojiya ku afirandî, paradîgmayeke civaka demokratîk û azad afirand.

Bi tezên xwe yên li ser civaka azad û jiyana azad bersiv da komploya herî mezin a serdemê, bi parêznameya herî mezin a serdemê bersiv da.”

KCK: Heta têkbirina komployê em berxwedanê mezin bikin

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a mêtinger qirker, tiştên ku di pêvajoya komploya navneteweyî de nekarî bi ser bixîne, niha bi konseptên êrîşê yên nû yên cûrbecûr dixwaze bi ser bixîne.

“Koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminê Kurdan e,dixwaze komployê nû bike û îradeya gelê Kurd teslîm bigire.

Kurdîtiya berê ya teslîmkar, noker û înkarê ji nû ve ferz dike.

Lê belê Kurd gihîştine wê astê ku gelekî rêxistinbûyî yê polîtîk, bi rûmet û zane ye ku li hemberî ti hêza serwer serî natewîne.”

Di dawiya daxuyaniyê de KCK’ê bang li her kesî kir ku di sala 26’emîn a komploya navneteweyî de heya komplo bê têkbirin berxwedan û têkoşînê geş û gur bikin.

Cemîl Bayik: Têkoşîna me wê azadiya Rêber Apo misoger bike û komoloyê biqedîne

Back to top button