Li gundekî Dirbêsriyê 5 karkerên jin birîndar bûn

Li gundê Bişêriyê yê Dirbêsiyê dagirkeriya Tirk êrişî karkerên jin kir.
Bi balafirên xwe 5 jin kakerên Pembo birîndar kirin.
Her wekî duh li herêma koçerat û Tirbesipê hate bombebaran kirin
Lewra gel bi xwebexşî berê xwe da nexweşxaneyan û xwîn da birîndaran.
Di kêliya amadekirina vê nûçeyê de jî balafirên şer li esmanê Dirbêsiyê û Qamişloyê digeriyan.

4 rojên li dû hev dagirkerirya Tirk sûcên şer li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tîne.

Îro, li gundê Bişêriyê yê Dirbêsiyê, dîsa êrişî sivîlan kir.

Li wir di encama bombebaraneke hovane de, 5 karker jin ên di nava zeviyên xwe de bûn birîndar bûn.

Nûçegihanê me xwe gihand cem birîndaran û piştrast dike ku çaxa karker di nava zeviyên pembo de dixebitîn, bombe bi ser wan de hatin.

Duh bi şev jî balafirên dagirkeriyê, gundê Koçerata yê Dêrikê bombebaran kir.

Li tevahiya nexweşxaneyên herêma Cizîrê banga lezgîn a dayîna xwînê hat kir û gel jî bi lez bersiv da vê daxwazê.

Li hemû bajaran qerbalixeke mezin a welatiyan çêbû da ku jiyana birîndaran rizgar bikin.

Li tenişta vê yekê, dagirkeriya Tirk rasterast êrişî binesaziyê dike.

Duh 3 deverên petrol û kehrebeyê hatin bombekirin

Duh careke din Stasyona Odê û ya Girdahol yên petrolê, her wiha stasyona Kehrebeyê ya li gundê Teqilbeqil ê Dêrikê bi balafiran bombebaran kirin.

Di encamê de ziyaneke mezin li çavkaniyên jiyanê yên welatiyan dibe û li lîsteya sûcên şer ên dagirkeriyê zêde dibe.

Têkildarê vê jî duh Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got ku “di nava 72 saetan de, dagirkeriya Tirk 145 deverên kehrebe, av enerjî, nexweşxan û dibistan bombebaran kirine.

Her wekî di dema amadekirina vê nûçeyê de jî balafirên şer li esmanê Dirbêsiyê û Qamişloyê digeriyan.

Balafirên şer stasyona Udê ya Tirbespiyê bombebaran kir

Back to top button