HRE: Li Efrînê 3 çete hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê di çarçoveya çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê de çalakî pêk anîn, 3 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiya hêzên wan ya di 13 û 15’ê Çileyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî da:

13’ê Çileyê hêzên rizgariyê li derdora gundê Kil Cibrîn yê bi ser herêma Ezazê ve li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn û çeteyek hate kuştin.

15’ê Çileyê li derdora gundê Vîla Qadî ya navçeya Şera, hêzên rizgariyê çalakiyek bibandor li dijî erebeyeke çeteyan lidarxist.

Di encamê de erebe hat teqandin û 2 çeteyên tê de hatin kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Merenaz û Şewarxa yên navçeya Şera bi çekên giran topbaran kirin.

Di heman demê de tevgera balafirên keşfê yên artêşa dagirker li ser herêmê didome.”

Leave a Reply

Back to top button