Elî Xameneyî daxwaza careke din nirxandina namzetiya çend kesên hatine redkirin kir

18’ê Hezîranê li Îranê hilbijartinên serokomariyê wê pêk were.
Li ser daxwaza lîderê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, ji bo kesên namzetiya wan hatine redkirin, wê careke din lêkolîn pêk were.

Ayetullah Elî Xameneyî di salvegera wefata lîderê Îranê yê 1979 Ayetullah Ruhullah Xameneyî axivî.

Xameneyî hilbijartina serokomariya li welat ku dema xwe nêzîkbûyî bibîrxist û got:

Komisyona Parastina Destûra Bingehîn bi vetokirina navê hinek namzetan û biçûkxistina malbatên wan re şaştî kiriye.

Xameneyî daxwaza careke din lêkolîna derbarê namzetiya kesên navê wan hatî vetokirin de kir.

Berdevkê Konseya Parastina Destûra bingehîn Ebas Elî Kedhudayî piştî axaftinên Xameneyî daxuyaniyek da û got,

Ew ê di demek herî nêz de careke din navê kesên hatine vetokirin ber çavan re derbas bikin.

Ji 592 kesên ku ji bo 13. hilbijartina serokomariyê ya serlêdan kirin, tenê navê 7 kesan hate erêkirin.

Di nava kesên navê wan hatine vetokirin de, Serokomarê berê yê Îranê Mahmud Ehmedinejad jî heye.

Back to top button