Balafirên şer stasyona Udê ya Tirbespiyê bombebaran kir

Dagirkeriya tirkiyê di van kêliyan de gundewarê dêrik, tirbespiyê, herêma koçerat, zirgan û kobanê bombebaran û topbaran dike

Balafirên şer li tirbespiyê stasyona ûdê ya niftê bombebaran kir

Di êrişê de binesaziya niftê ya gundê girdehol hate bombebarankirin

Dagirkeriya tirk di van kêliyan de gundewarê eyn îsa û rêya m4 topbaran dike

Balafirên dagirkeriyê stasyona teqilbeqil a dêrikê bombebaran dike

Li ser dêrik tirbespiyê qamişlo û eyn îsa tevgera balafirên şer heye

Gundê şelhûmiyê û ratan ê tirbesipiyê bi obîsan tê topbarankirin

Gundê til şeyîr ê kobanê bi çekên giran tê topbarankirin

Gundê hemze begê yê herêma koçerata jî hate bombebarankirin

Di van kêliyan de dewleta tirk ya dagirker û çeteyên wê gundên Tewîla, Tıl Tewîl û Guzeliyê yên girêdayî Tıl Temirê bi obîsan topbaran dike

Balafirên şer li Tirbespiyê stasyoneke niftê bombebaran kir

Back to top button