Hejmara windahiyên erdhêja Japonyayê gihişt 202’yan

Li eyaleta Îşîkava yê Japonyayê û peravê Nîvgirava Noto’yê ji ber erdhêjê hejmara windahiyan gihişt 202’î.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Eyaleta Îşikawayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 202’yan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li seranserê eyaletê zêdeyî 28 hezar kes li nuqteya tehliyeyê mane û 3 hezar û 300 kes jî ji ber girtina rêyan asê mane.

Li seranserî Nîvgirava Notoyê hejmara kesên ku aqubetê wan nayê zanin 102, ji ber birîndariyê tedawiyê dibînin 565 kesin.

Kabîneya Serokwezîrê Japonî Kişîda Fumyo ji bo vejandina herêmê 4,7 mîlyar Yen (33 mîlyon dolar) fînanse ji sala darayî ya 2023’yan re erê kir.

Li erdhêja Japonyayê 168 kes mirin û 323 kes jî winda ne

Back to top button