Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Bekir Bekir re xwest.
Endamê HPC`ê şehîd Bekir Bekir 22`ê mehê şehîd bû û duh jî bi merasimekê hat oxirkirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya mala şehîd a li taxa Şêxmeqsûd, konê sersaxiyê vegirt.
Partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakê-Jin, YPG û YPJ tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan.
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.