Meclisa Ethiopia ragihand rewşa awarte li paytextê erê kir

Çekdarê Tîrgayê, ber bi paytexta Ethiopiayê, Edîs Ababayê ve diçin.
Ev tevger weke nîşaneya destpêkirina şereke mezin tê şîrovekirin.
Piştî banga serokwezîr Abî Ahmed, meclisa welat ragihandina rewşa awarte li paytextê erê kir.

Di nava vê heftê de çekdarên Tîgrayê xwe nêzî paytexta Ethiopiayê, Edîs Ababayê kirin.

Li hemberî vê yekê serokwezîr Abî Ahmed roja Sêşemê bang li xelkê paytextê kir da ku xwarên xwe biparêzin.

Ahmed wekî din rewşa awarte jî ragihand.

Di nava rewşeke wiha de, îro Meclisa welat jî ragihandina agirbestê li Edîs Babayê erê kir.

Li gorî biryarê wê rewş heta 6 mehan dewam bike.

Bi vî awayî hukûmet bû xwedî wî mafî ku derbarê tevgera derve û rewşa çapemeniyê de fermanan bide.

Her wiha binçavkirina mirovên bi goman û perwerdeya leşkeriya bi darê zorê jî were ferzkirin.

Ji roja şerê ku di navbera çekdarên Tîgrayê û hêzên hukûmetê de destpêkirî, bi deh hezaran kes hatin kuştin û 2 mîlyon ji warên xwe bûn.

Back to top button