Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo

Komploya navnetewî kete sala xwe ya 26.
Bi derketina Rêber Apo û tevgera azadiyê mezînên li ser kurdistan û Rojhilata Navîn Gûherî û veyk planên komplogeran ê li ser herêmê xirakir.
Hêzên komploger ji bo pêkanîna planên xwe rêber apo dîlgirtin û ev 25 sale tecrîdeke giran li ser Rêbertî tê meşandin, lê rêber apo bi ku beriya 25 salan xwestin pêşiya vê.

Rêber Apo bi van gotina balê dikişîne li ser armancên hêzên komploger.

Ji ber ku bi derketina Rêber Apo, êdî kurd bûn xwedî sitratejî, bîrdozî, pergal û paradigma. Tevgera Azadiyê mezînên kurdistanê û Tirkiyê û Rojhilata Navîn guhert.

Lê ev yek ne li gorî stratejiya Amerîkayê ya bi navê “Nîzama Cîhanê ya Nû” bû.

Ji ber ku rêber Apo, plan guhertinên ku hêzên navnetewî dixwestin li kurdistan û rojhilata Navîn pêk bînin, xirakiribû.

Rêber Apo dibêje:

“Di şexsê min de xwestin gelê kurd qirbikin

Bi vê komployê xwestin ji nûve li rojhilata navîn destwerdanê bikin.”

Rêber Apo wiha behsa sedema derketina xwe ya li Sûriyê dike:

“Zêdeyî 20 salan li Rojhilata Navîn û Sûrî mam, min gelek têkilî danîbû û kar kiribû, lê belê DYA, NATO; Îsraîl, û Tirkiye ji aliyê siyasî ve dor li Sûrî girtin.

Bi hêceta hebûna min ev hêzên navborî dixwestin destwerdanê li Sûrî bikin û planên xwe li ser Sûrî pêk bînin. Bê gûman min vê yekê qebûl nekir”

Ji ber Sûriye li hember zextên DYA, îsraîl, Brîtanya serî ditewînê Rêber Apo di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûrî derdikeve.

Piştî derketina Rêber APO ji Sûriyê, bi pêşengiya Amerîka li dijî Rêber Apo li gelemperiya cîhanê dest bi tevgerekê hat kirin û piştî 4 mehan 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo ji Kenyayê revandin û radestî dewleta Tirk kirin.

Hêzên koploger ên ku armanc dikirin ku bi dîlgirtina Rêber Apo wê bighêjin armancên xwe lê bi ser neketin.

Rêber Apo zîndana Îmraliyê veguherand akademiyekê û bi parêznameyên xwe paradîgma netewa demokratîk, ekolojîk û azadî xwaziya jinê pêşxist.

Gelê Kurd ji her demê zêdetir bi pêşengiya Rêber Apo li ser pêyane û li dijî sîstemên qirker û komploger têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî xeta Rêber Apo ya netewa demokratîk bi ser ket û tevî hemû êrişan jî şoreşa azadiyê gav bi gav ber bi serketinê ve diçe.

Ne tenê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê jî, derketina ji alozî û qeyranan û her wiha weke rêya azadî û rizgariyê tenê fikir û felsefeya Rêber Apo çare tê dîtin.

Back to top button