Cemîl Bayik: Têkoşîna me wê azadiya Rêber Apo misoger bike û komoloyê biqedîne

‘Têkoşîna me wê azadiya Rêber Apo misoger bike û komployê biqedîne’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku bi têkoşîna gelê Kurd wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bibe û komplo biqede.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê gotarek nivîsî û têkoşîna gelê Kurd a li dijî komploya li ser rêberê xwe Abdullah Ocalan, têkiliya navbera Rêber Apo û gelê Kurd û berxwedana li Îmraliyê nirxand.

“Gelê Kurd hebûna û azadiya xwe weke hebûn û azadiya Rêber Apo dibîne”

Nirxandina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi vî rengî ye:

“Yek ji taybetmendiyên sereke yên Rêber Apo, têkiliya ku bi gelê Kurd re daniye.

Bi çavdêriyeke giştî bi hêsanî tê fêmkirin ku di navbera gelê Kurd û Rêber Apo de têkiliyeke gelekî xurt heye.

Têkiliyeke wisa xurt çêbûye ku gelê Kurd bêyî Rêber Apo nikare hebûna xwe bifikire.

Hebûn û azadiya xwe weke hebûn û azadiya Rêber Apo dibîne.

Ev rewş di kiryar û axaftinên gel de xwe dide der. Dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ ji hêla gelê Kurd ve hatiye afirandin.”

“Gelê Kurd bi çalakiyên Hun Nikarin Roja Me Tarî Bikin bersiv da komployê”

Cemîl Bayik wuha berdewamî da axaftinê xwe:

“Em niha ketine sala 26’an a komploya navneteweyî.

Yê ku komploya navneteweyî herî baş û zû fêm kir û li dijî wê helwest nîşan da gelê Kurd bû.

Dema ku komploya navneteweyî ket meriyetê, gelê Kurd beşdarî çalakiyên “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” bû.

Ev îlankirin û helwesta ku jiyana bê Rêbertî tu carî nayê qebûlkirin bû.”

Cemîl Bayik: Doza Kurd a hembêzkirina Rêber Apo li hemê cîhanê belav bû

Cemîl Bayik da diyar kir ku gelê kurd bi helwesta xwe tecrît vala derxist û got:

“Helwesta gelê Kurd a li hemberî tecrîd û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê jî eşkere bû.

Gelê Kurd bi çalakiyên bênavber li çar parçeyên Kurdistanê û li her cihê ku lê ye, ev armanca dijmin û hêzên komploger pûç kir.

Ev helwesta gelê Kurd 25 sal in berdewam dike.

Çalakiyên piştevaniya bi Rêber Apo re her ku çû li hemû cîhanê belav bû êdî gelên cîhanê jli dijî tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî çalakî li dar dixin.

Bi vî rengî doza gelê Kurd a hembêzkirina Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye û bûye cîhanê.

Cemîl Bayik: Helwesta gelê Kurd teqez wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike

Cemîl Bayik herî dawî anî ziman ku helwesta gelê kurd û dostên wan wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike û got:

” Weke tevger em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê helwestê.

Tişta ku divê em li dijî tecrîda mutleq a dijmin ferz bikin ew e ku em vê helwestê hîn bi pêş bixin û bi awayekî herî xurt nîşan bidin.”

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo

Back to top button