Şehîdê Berxwedana Serdemê Zehredîn li Helebê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Dawid (Zehredîn Efrîn) yê ku 15‘ê Adarê di çarçoveya berxwedana serdemê ya Efrînê de şehîd bûbû, bi merasîmekê girêseyî li Helebê hate veşartin.

 

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Dawid (zehredîn Efrîn) li pêşiya nexweşxaneya xalid Fecir kom bûn.

Şêniyan piştî ku cenaze wergirtin bi ber goristana şehîdan a li herêma Şiqêf ve çûn.

Li goristanê merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve hate lidarxistin.

Piştre endama meclisa malbatên şehîdan Naîla Nasro axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Naîla Nasro diyar kir ku şehîd pêşengên civakê ne, bi saya wan gelên herêmê îro bi aramî û aştî dijîn.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Zehredîn Efrîn di nava diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

 

Back to top button